TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementoya Kurdistanê ji ber rûbirûbûna koronayê spasiya hikûmetê kir

📅 04 nîsan 2020 19:37

PeyamaKurd - Parlementoya Kurdistanê ji ber xebat û tevdîrên wê yên li hember belavbûna vîrusa koronayê spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.

Desteya serokatiya parlementoya Kurdistanê îro bi serokên firaksyonan re civiya.

Serokê firaksyona Partiya Reforman ya Turkmen, Mihemed Îlxanî got, di civînê de xebat û tevdîrên hikûmetê li hember belavbûna Koronayê (Covid-19) hat axaftin û ji ber vê yekê spasiya hikûmetê hat kirin.

Mihemed Îlxanî her wiha da zanîn, di civînê de biryar hat dayîn du komîte pêk bên. Yek bo çavdêrîkirina wan sektorên ku hikûmet di wan de reformê dike, yek jî bo çavdêrîkirina xebat û tevdîrên hikûmetê li hember Koronayê.

Parve bike: