TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrur Barzanî ji ber serkeftina bo nexwesiya koronayê spasiya xelkê Kurdistanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2020 22:14

PeyamaKurd - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 22yê Nîsanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, bi rêya vîdyo konferansê civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di destpêka civînê de, ku bi rêya vîdyo konfiransê hate encamdan, serokê wezîran bi navê Civata Wezîran supasî ya xelkên Herêma Kurdistanê kir bo xweragirî û pabendbûna wan bi rêkarên xweparêzîyê û rênimayên tenduristîyê, ku xweşbextane kontirolkirina Vayrosa Koronayê qonaxeka gelek baş û pêşkevtî birrîye û ezmûna Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de, bi yek ji serkevtîtirîn nimûneyên xweparêzîyê li cîhanê dihêt zanîn, lê hêj metirsîyên Koronayê bi dawî nehatîye û daxwaz ji xelkên Herêmê dikîn berdewam bin li ser pabendbûnê.

Civata Wezîran tekez li ser giringîya berdewambûna rêkarên xweparêzîyê kir û qonaxên asayîkirina jîyana xelkê jî dê berdewam be û heya niha parêzgehan û rêveberîyan di vî bwarî de pêngavên baş havêtine bi li berçavgirtina rêkarên xweparêzîyê.

Civata Wezîran pîrozbahîyê li musilmanên Herêma Kurdistanê dike bi boneya hatina meha Remezana Pîroz. Tekez jî kir ku ji bo parzatina canê hevwelatîyan biryar hate dan derîyên mizgeft û dêran û cihên din yên peristinê daxistî bimînin wek navendên xwîndinê. Hevdem supasî ya mamostayên olî kir jibo pabendbûna wan.

Dûv re gotûbêj hate kirin derbarê encamên serdana şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li rojên 19-20ê/4/2020 bo Bexda û amaje bi wê yekê hate kirin ku gotûbêj li gel hikumeta Fedral berdewame bo şandina beşe mûçe ya fermanberên Herêma Kurdistanê wek mehên berê. Hevdem hikumeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe tekez kir bi wê lihevtêgêjtina hebeş a dawîya sala 2019yê li gel wezaretên petrol, darayî û pilandanana Îraqê hatibûn encamdan di çarçoveya pirojeyasa ya budceya Îraqê bo sala 2020, ku li gor wê Herêma Kurdistanê amadeye bo cîbicîkirina pabendbûnên xwe yên petrolî li beranber dabînkirin şehnîyên darayî yên wê wek di wê lehevtêgehiştinê de hatîye.

Hevdem Civata weîzran tekez kir ku berdewam dibin li ser hewlên xwe bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê. Gîrobûna mûçeyê jî li derve ya vîyana hikumeta Herêma Kurdistanê ye û sedema wê jî, daketina behayê petrolê û rêkarên xweparêzîyê ye ji Koronya ku tevaya cîhanê vegirtîye, ev tevî gîrokirina pereyên pişka mûçeyên Herêmê ji alîyê Bexda ve.

Civata Wezîran daxwaz ji hikumeta fedrala Îraqê dike pabendbûnên xwe beranber bi Herêmê û mafên wê yên destûrî cîbicî bike. Di beranber de jî, Herêma Kurdistanê amadeye pabendîyên xwe yên destûrî beeranber bi hikumeta Federal bicih bike.

Parve bike: