TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xebatên avakirina deriyê sînor ê Qamişlo - Nisêbînê bi fermî dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 îlon 2026 19:32

PeyamaKurd - Karên avakirin û amadekirina deriyê sînor ê navbera Qamişlo - Nisêbînê yê di navbera Rojavaya Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de bi awayekî fermî dest pê kirin.

Berpirsê Rêvebiriya Pêwendî û Hevkariya Navneteweyî ya Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Mazen Eloş ragihand ku tîmên teknîkî dest bi karên kolandin û rastkirina qadê kirine da ku jêrxaneyeke xurt ji bo deriyekî nû yê sînorî bê avakirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qonaxa yekem a projeyê li ser rûbereke 558 hezar metregoşeyî tê meşandin û ev qonax çêkirina qadên barkirinê, transîtê, avahiya birêvebiriyê, holên rêwiyan û cihên karmendan li xwe digire.

Rayedarên Sûriyeyê tekez kirin ku ev deriyê sînor ê stratejîk ê heftemîn e ku bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re tê vekirin.

Her wiha ew ê barê deriyên din kêm bike, rê û dema derbasbûnê li ber welatî û geştyaran kurt bike û li ser aborî û liv û tevgera bazirganiyê bandoreke erênî ya mezin çêbike.

Parve bike: