Xelata Astî, Demokrasî û Dostaniyê, Dayikên Astiyê û Kadir Înanir wergirtin
PeyamaKurd - Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ya îsal, “Dayikên Aştiyê” û Kadir Înanir wergirtin.
Odeya Tebîbên Amedê her sal “Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê” dide û îsal jî, Dayîkên Aştiyê û hunermend Kadir Înanir hêjayî xelatê hatin dîtin.
Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê, bo kesên ku di rêya aştî, demokrasi û dostaniyê de kedê didin tê dayîn.
- Merasîma Xelata "Aşitî, Demokrasî û Dostaniyê" dest pê kir.
— Erdal Sîpan (@ErdalSipan) March 7, 2020
- Îsal xelat ji Dayîkên Aşitiyê û ji Kadir Inanır ra hate dayîn.
- Têkoşîn dê heta nefesa me ya dawî bidome. pic.twitter.com/uAdb5n1mBh
Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerif Demir got, îro Dayikên Aştiyê û Kadir Înanir tên xelatkirin lê di şexsê wan de, hemû kesên ku di rêya aştiyê de têdikoşin, ji ber aştixwaziyê têne sizadan jî tê dayîn.