PYD: Nivîsgeha me ya Hesekê rastî êrîşê hat
PeyamaKurd - Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku doh roja Sêşemê nivîsgeha wan a di taxa Xiwêran a bajarê Hesekê de rastî êrîş, wêrankirin û talankirinê hatiye.
PYDê da zanîn ku di êrîşê de derî hatine şikandin û êrîşî sembolên gelê Kurd û wêneyên şehîdên jin hatine kirin.
Herwiha hate destnîşankirin ku ev bûyer piştî êrîşa li ser Saziya Malbatên Şehîdan a li Til Temirê rû daye.
PYDê bal kişand ser wê yekê ku ev hewldan parçeyek ji planeke sîstematîk e ji bo xirabkirina jiyana hevpar, aramiya herêmê û azadiya xebata siyasî.
Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku erkên xwe yên parastina nivîsgeh û saziyên sivîl bicih bînin, derbarê êrîşê de lêkolînê bikin û tawanbarên vê bûyerê darizînin.
Her wiha bang li hêzên siyasî û civakî hat kirin ku li dijî provokasyonan rawestin û aştiya civakî biparêzin.