Kurdistan
Xelkê Kobanî banga berdana girtiyên HSDê li Şamê kir
PeyamaKurd - Malbat û xizmên girtiyên endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku di girtîgehên hikûmeta Sûriyê de ne, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê îro 31ê Adarê xwepêşandanek li dar xistin.
Malbatan ji Xaça Sor a Navdewletî xwest ku kar bike ji bo doseya girtiyan daku Şam wan berde. Xwepêşenderan bang li hikûmeta Sûriyê kir ku girtiyan serbest berde.
Herwiha xwepêşanderan berê xwe da saziya şehîdan a li bajêr û banga diyarkirina çarenivîsa kesûkarên xwe kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di şêrê hêzên Şamê û HSDê yê meha Çileya 2026an de, zêdetirî 1000 endamên HSD winda bûn, piştî rêkeftina 29ê Çileyê hin girtî ji herdu aliyan hatin berdan lê çarenivîsa gelek girtiyan jî nediyar e.