TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xelkê Kobanî: Navê vê derê Kobaniye, ne Ayl el-Ereb e.

Admin M
Nivîskar
📅 07 gulan 2026 23:04

PeyamaKurd – Bi sedan xelkê Kobaniyê bi sedema guhertina navên gundan û Kobaniyê meşiyan û kiryaran protesto kirin.

Xelkê Kobaniyê ji dijî guhertina navê Kobaniyê ku kirine Ayn el-Ereb, navên gundan guhertine û ji bo Erebkirina Kobaniyê meşiyan û nerazîbûna xwe diyar kirin. Di çalakiyê de gotin ku:

“Zimanê me hebûna me ye, Kobanî serbilindiya me ye.”

Meş, ji Maydana Jina Azad destpêkir û heya Meydana Şehîd Egîd dewam kir. Piştî rêzgirtinê endamê navendê yê Partiya Demokrata Kurd ya Sûriyê (PDK-S) Gêlo Îsa axifî. Gêlo îsa di axaftina xwe de got:

“Navê vê derê Kobaniye, ne Ayn el-Ereb e. En guhertina navên herêmên Kurdî qebûl nakin. Em li vê derê ne û kiryarên ku dixwazin bikin û bi wan serbilindiya me bişkênin, em qebûl nakin.

Em dixwazin pêvajoyeka nû ya entegrasyonê ji nûh de destpêbike, di destûrê de, di serî de mafên milletê Kurd û temamê pêkhateyan bixin bin garantiyê. Divê mafên Kurd û zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de bên naskirin.”

Hevseroka meclisa malbatên şehîdan ya Kobaniyê Sara Xelîl got ku wê îznê nedin navê Kobaniyê biguhêrin û dewam kir:

"Kobanî bi xwîna şehîdan azad bû. Lewra em qet îznê nadin ku navê Kobaniyê biguhêrin. Zarokên me bi deeh salaye ku bi zimanê Kurdî perwerde dibin. Lewra divê zimanê Kurdî di destûrê de bi fermî cîh bigre. Heya milletê Kurd mafên xwe bi dest bixe em ê ji bo wê têkoşîna xwe bidin.”

Parve bike: