TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xûrmatû | 600 donim genim hat sewitandin

Admin H
Nivîskar
📅 26 gulan 2019 13:06

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şewitandina genim û zeviyên cotkarên kurd li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam dike û şevê din jî li Xûrmatûyê 600 donim erdên genim hat şewitandin.

Şeva borî jî li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê dîsa agir bi sedan donim zeviyên cotkarên kurd.

Li gor zanyariyan ji ber agirberdanê zeviyên nêzîkî rêya Xurmatû – Bexdayê li gundê Hemexerîb li navçeya di navbera Daqûq û Xurmatûya hemû şewitîne.

Hêjayî gotinê ye ev du hefte ne li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zeviyên cotkarên kurd têne şewitandin.

Heta aniha li Xurmatû, Xaneqîn, Dûbiz, Daqûq û gundên wê bi hezaran donim zeviyên kurd hatine şewitandin.

Parve bike: