Kurdistan
Li Silopî 110 donim erdê genim sewitî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama şewata zeviyên genim ê cotkaran de, li gundê Gêrgundan yê navçeya Sîlopî ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, 110 donim zeviyê genim tê de çandî şewitî.
Welatiyan hewl dane şewatê vemirînin, lê dîsa jî 110 donim erdê geniş şewitiye ku ziyaneke mezin gihandiye cotkaran.
Derbarê sedema pêketina agir de ti zanyarî nehatine bidestxistin.