Kurdistan
Xurmatû | Polîsek ji aliyê hevalekî xwe ve hat kustin
PeyamaKurd – Polîsek bi xeletî li bajarokê Xurmatû, ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin.
Li gor berpirsê polîsê Xurmatû Husên Elî diyar kiriye, şeva borî li yek ji xwaringehên bajêr, polîsekî Iraqî bi guleya hevalekî xwe hat kuştin.
Herwiha Husên Elî daye zanîn, ew polîsê ku hatiye kuştin xelkê parêzgeha Babil ya Iraqê bû. Ji Kerkûkê diçû Bexdayê lê di nîvê rê de bo xwarinê çûbû xwaringeheka Xurmatû.
Herî dawî wî efserî eşkere kiriye, gule bi xeletî ji destê hevalê wî polîsî derketiye.