TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xwedanê pasaportên biyanî dê karibin di deriyê Sêmalka de derbas bibin

Admin M
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2026 11:30

PeyamaKurd – Kesên xwediyê pasaportên biyanî dê karibin di deriyê Sêmalka yên di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de derbas bibin. Çavkaniyekî taybet ji bo Rûdawê ragihandiye ku rêbazekî ji bo biyaniyan bi fermî bicîh tînin.

Rêwî welatiyên kîjan welatî bin jî dê karibin di derî de îzna çûnê bistînin. Çavkanî ragihandiye k udi pratîkê de biryar ji 1ê Tîrmehê de dest bicîhanînê kirine jî. Êdî dikarin pasapaortan mor bikin. Çavkaniya deriy3e Sêmalka ragihandiye ku ev tenê ji bo biyaniyaye û dewam kiriye:

“Rêwî welatiyê kîjan welatîbe jî, dikare di derî da raste rast îzna çûnê bistîne. Bê ku dereng bimînin.”

Deriyê Sêmalka û Pêş Xêbûr di navbera xwe de di hefta borî de biryarê dabûn ku xebata heftane derxin 6 rojan û niha tene roja Înê xebatê nakin.

Parve bike: