TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yekgirtû kongreya xwe ya 8emîn li dar dixe

📅 26 berfanbar 2019 17:27

PeyamaKurd - Berpirsekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ragihand, ew ê destpêka hefteya bê 8emîn kongreya xwe li dar bixin.

Endamê serkirdetiya Yekgirtû, Elî Girdesorî ragihand, em ê roja 28ê vê mehê 8emîn kongreya xwe li dar bixin. Elî Girdesorî her wiha got, “kongre dê li Hewlêrê be û du rojan bidome, nêzîkî hezar kes jî delegeyên me hene.”

Wî berpirsê Yekgirtû da zanîn, di kongreyê de dê rêzikname û program were nûkirin herwiha serkirdetiya nû ya partiyê tê hilbijartin.

Yekgirtû di sala 1994an de hatiye avakirin û ji wê demê ve heya niha heft caran kongreya xwe li dar xistiye.

Parve bike: