TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî 28emîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîroz kir

Admin L
Nivîskar
📅 07 sibat 2022 15:29

PeyamaKurd Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo 28emîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li emîndarê giştî, rêveber, endam û alîgirên wê partiyê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do êvarî bi rêya telefonê bi emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn re axivî û  ji bo 28emîn salvegera ragihandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahî li emîndarê giştî, rêveberî, endam û alîgirên Yekgirtûya Îslamî kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Herwiha Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî bi navê xwe û rêveberiya Yekgirtûya Îslamî, spasiya Serokê Hikûmetê kir ji ber wê pêwendî û pîrozbahiyê.

Parve bike: