YEyê pêşwaziya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir û banga kabîneya nû kir
PeyamaKurd -
Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşwaziya destpêkirina karên Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê ya nû kir û daxwaz kir ku bi hevfêmkirina hemû aliyan kabîneya nû ya hikûmetê bi zûtirîn dem bê pêkanîn.
Berdevkê YEyê ji K24ê re diyar kir ku destpêkirina karên parlamentoyê û hilbijartina desteyeke nû, pêşhateke girîng e ji bo misogerkirina xebata dezgehên demokratîk û hêvî xwest ku ew parçebûna du salên derbasbûyî bi tevkariya hemû aliyan bi dawî bibe.
Banga diyalogê û pêngavên paşerojê yên parlamentoyê
Berdevkê YEyê tekezî li ser girîngiya lezkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bi rêya pişkdarbûn û hevfêmkirineke siyasî ya giştgir kir.
Ev helwest piştî wê yekê hat ku 4ê Mijdara 2026an rûniştina duyem ya parlamentoyê hate lidarxistin û serok, cîgirê serok û sekretêr hatin hilbijartin.
Di vê navberê de, Seroka Parlamentoyê Vala Ferîd bang li hemû fraksiyonan kir ku tevlî civînan bibin û heta Duşema bê navên kandîdên xwe ji bo lîjneyan, bi taybetî lîjneya qanûnî pêşkêş bikin.