TR KU SO
FB X
Kurdistan

YNK û Berhem Salih nikarin xwe li ber PDKê bigirin

📅 09 gulan 2018 00:22

PeyamaKurd - Li Duhokê 3 namzedên lîsteya Hevpeymanî bo Demokrasî û Dawerî û herwiha namzedekî YNKê tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê bûn.  

Sekreterê Rêxistina PDKê li Duhokê Ewnî Ertîsî ragihand: “4 namzedên partiyên din ji partiya xwe cuda bûn û hatine nav refên PDKê.”

Ertîsî got: “3 namzedên lîsteya Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî û namzedekî lîsteya YNKê li navçeya Amêdiyê tevlî PDKê bûn.”  

Herwiha Ertîsî da zanîn, ku her çar namzed dê îro bi civîneke çapemeniyê bang li dengderên xwe bikin da ku dengên xwe bidine lîsteya PDKê.

Parve bike: