TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yunanistan: Tirkiye tekane dewleta ku li her derê eniyên ser vedike ye

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2020 21:04

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias, derbarê krîz û aloziya navbera wan û Tirkiyê de li Roijhilatê Derya Spî ragihand, Tirkiye li seranser cîhanê tekane dewlet e yekane ku eniyên şer li her derê vedike.

Nikos Dendias piştî civîna bi hemkarê xwe yê welatê Malta re li Atînayê got, divê Yekitiya Ewropayê (YE) bi cidî û bê dudilî li hember van helwestên Tirkiyê bisekine.

Dendias destnîşan kir, Tirk ne tenê dewletên Yekîtiya Ewropayê dikin armanc, herwiha bi helwestên xwe yên dijminahîyê, li dijî YEyê bi xwe ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye li ser mijara aloziya li Rojhilatê Derya Spî li Fransayê civîna 7 dewletên Ewropayê ya lêkolînkirina nakokiyên Yunanistan û Tirkiyê tê lidarxistin ku Konseya Ewropayê jî amadekariya lutkeyekê dike û bi dengekî bilind behsa diyarkirina sepandina dorpêçan li ser Tirkiyê tê kirin.

Parve bike: