TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zivistan zû hat: Berfa ewilî li bilindahiya Baybûrtê bariya

Admin M
Nivîskar
📅 25 îlon 2022 01:56

PeyamaKurd – Di navbera bajarê Baybûrtê û Trabzonê de berfa ewilî bariya. Bayburt di navbera welatê Laz û Kurdan de bajarê hevpare. Di dîrokê de navê Baybûrtê Babird e ku dikeve ser sînorê bakûrê Bakûrê Kurdistanê.

Li bilindahiya erdê Baybûrtê qaliniya berfê giha 10 cm an. Ji ber bilindahiya gundên bajêr, di zivistanê de li gundan kêm kes dimînin û ji ber berfê û sermayê gelek malabat diçin nav bajêr.

Barîna berfê gundiyan jî şaş kir. Kes bende nînbû ku di van rojên payîzê de berf bibare.

Parve bike: