Magazîn
Çiyayê volkanîk yê Kilauea cara 53 yan teqiya û bilindahiya lavan giha 150 metreyî
PeyamaKurd – Li welatê Hawaiyê çiyayê agirî yê bi navê Kilauea, di nav 2 salan de, ev cara 53.eme ku diteqe. Lavên çiya 150 metre bilind bûn. Çiya di teqîna 2018an de ji 700an zêdetir xaniyan xerab kiribû.
Çiyayê Kilauea, yek ji çiyayên herî bi tevger yê agiriye dinyayê de. Teqîna îro seet di 15.45an de bi wextê Hawaiyê teqiya. Lê belavbûna agir û hilma wê sînordar maye û zêde belav nebûye.