TR KU SO
FB X
Cîhan

Çiyayê volkanîk yê Fuego piştî 8 salan teqiya

Admin M
Nivîskar
📅 05 tebax 2026 14:09

PeyamaKurd – Li dewleta Guatemalayê çiyayê volkanik yê bi navê Fuego, piştî 8 salan careka dinê ket nava tevgerê. Çiya, volkanîke û ji ber ketiye nav tevgerê, li seranserê welat rewşa hawarê ya tûrûnc hat ragihandin.

2 gundên ku di bin talûka lavên çiya de bûn, tehliye kirin û li herêmê navberê dane perwerdê. Ewrê ji xweliya teqînê, ji derayê 6 hezar metre bilind bûye û lavên agir ji qûntara çiya de tên xwarê.

Ji ber talûka jiyana xelkê yên ji gundên El Porvenir û Las Lajitas 250 kesan tehliye kirine, rêya erebeyan ya 14 hat girtin û li herêmê navbir dane perwerdê.

Çiyayê Fuego ji payîtexta Guatemala 35 km dûre û di teqîna vê carê de ji bandeva çiya lav û xwelî difûre. Ewrên çiyayê volkanîk yên xweliyê 6 hezar metre bilin bûye. Xwelî, perçên kevir û lava çiya ji qûntara çiya ber bi jêr de diherikin.

Çiyayê Fuego di kure ya Rojava de, yek ji çiyayê herî bi tevger û talûkeye. Di sala 2018an de, di meha Hezîranê de, di teqîna agirî ya çiya de, 200 kes can dabûn.

Rayedar ragihandine ku herkes xwe ciyê talûka dûr bixe û bila herkes li pey fermana rayedaran here.

Parve bike: