Artemis II kete qada rakêşana heyvê
PeyamaKurd - 4 astronotên ku di çarçoveya bernameya NASAyê ya vegera ser Heyvê de bi erka Artemis II derketibûn rê, îro 6ê Nîsanê ketin qada rakêşana Heyvê.
Keştiya Orion a ku 1ê Nîsanê ji Navenda Fezayê ya Kennedy hatibû şandin, rêwîtiya xwe didomîne.
Astronotên bi navê Reid Wiseman, Victor Glover, Christina Koch û Jeremy Hansen, dema derbasî aliyê dûr ê Heyvê bibin dê bibin mirovên ku di dîrokê de herî zêde ji dinyayê dûr ketine.
Tê çaverêkirin ku astronot ji dûrahiya 6 hezar û 400 kîlometreyî rûyê tarî yê Heyvê ve çavdêrîyê bikin.
Rekora Apollo 13 tê şikandin
Di roja şeşemîn a geştê de, tîma Artemis II dê bigihîje xala herî dûr a ku mirovan heta niha di gerdûnê de çûye. Çaverê ye ku tîma astronoftan roja sêşemê li dor saet 02.05an bigihîje dûrahiya 252 hezar û 757 mîlî.
Bi vî awayî, rekora mîsyona Apollo 13 a sala 1970yî ku 4 hezar mîl kêmtir bû, dê bê şikandin. Di vê qonaxê de ji ber ku Heyv dikeve navbera dinya û keştiyê, tê payîn ku ji bo demekê peywendiya ragihandinê ya bi NASAyê re qut bibe.
Çavdêriya şeş saetan û armancên 2028an
Astronot dê di dema derbasbûna nêzîkî Heyvê de şeş saetan çavdêriyê bikin û bi kamerayên profesyonel wêneyên kêmpeyda yên Heyv û Dinyayê bikişînin. Ev wêne ji bo zanyarên li Navenda Fezayê ya Johnson a li Houstonê, xwedî nirxekî mezin ê zanistî ne.
NASA plan dike ku piştî vê ceribandina 10 rojî, di sala 2028an de bi mîsyona Artemis III re mirovan piştî salên dirêj careke din daxe ser rûyê Heyvê û bingeha geştên ber bi Marsê ve amade bike.