4 astronotên Artemisê bi serkeftî vegeriyan dinyayê
PeyamaKurd - Erka NASAyê ya bi navê Artemis II, ku piştî sala 1972an ve wekî yekemîn rêwîtiya mirovî ya ber bi dora Heyvê ve dihat nasîn, bi vegera 4 astronotan bi serkeftî bi dawî bû.
Keştiya fezayê ya Orionê ku astronotên NASAyê Reid Wiseman, Victor Glover, Christina Koch û astronotê Ajansa Fezayê ya Kanadayê (CSA) Jeremy Hansen tê de bûn, bi alîkariya paraşûtan li nêzîkî bajarê San Diegoyê yê DYAyê daket deryayê.
Fermandarê erkê Reid Wiseman piştî daketinê ragihand ku tendurustiya tîmê baş e û astronot ji bo kontrolên tendurustiyê bi helîkopteran birin ser keştiya leşkerî ya "USS John P. Murtha".
Serokê DYAyê Donald Trump piştî temambûna vê erkê peyamek weşand û tîmê Artemis II pîroz kir. Trump di peyama xwe de diyar kir ku ew wekî Serokê DYAyê bi vê serkeftinê serbilind e û got, "Em ê vê yekê dîsa bikin û gava me ya din Mars e!" Erka Artemis II ku di 1ê Nîsanê de dest pê kiribû, bi çûyîna dûrahiya 406 hezar û 765 kîlometre ya ji dinyayê, rekora mîsyona Apollo 13 ya sala 1970an şikand û wekî dûrtirîn xala ku mirovahî heta niha gihîştiye feza kûr, ket dîrokê.