TR KU SO
FB X
Magazîn

Brûskê li darê xist û 30 miyên li bin darê mirin

Admin M
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2026 23:05

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Edirne li navça Lalapaşa dema baran bariya, brûskê li darekî xist û 30 miyên li binê darê mexel hatibûn, tev mirin. Zerara malxweyê miyan texmînen li dora 750 hezar TL ye.

Lêdana brûskê ber destê êvarê li nêzî gundê Demirköy qewimî. Ji ber baran bariya, xwediyê miyan, miyên xwe bir binê darekî lê brûskê li darê xist.

Li ser agahdarkirina cendirmeyan, dema çûn ciyê rûdanê, lêkolînê kirin û temamê miyan xistin çalekî û binax kirin.

Parve bike: