TR KU SO
FB X
Magazîn

Damezirînerê Telegramê: WhatsAppê ji telefonên xwe rakin!

📅 22 mijdar 2019 14:59

PeyamaKurd - Damezirînerê sepana peyamşandinê ya Telegramê Pavel Durov amaje kir ku di WhatsAppê de valahiyên ewlehiyê hene û ji ber pirsgirêkên ewlehiyê bi kar neyinin.

Pavel Durov li ser hesabê xwe yê Telegramê rexne li WhatsAppê girtin û got,  “WhatsApp peyamên we naparêze û ev sepan bi ‘ Hespê Troya / nivîsbariye ziyandar’ (software) wêne û peyaman dişopîne.”

Durov îdia dike ku pirsgirêk ji ber polîtîkayên Facebookê pêk tê ku xwediyê WhatsAppê ye û ji ber  lawaziyê di sepanê de bi 'algorîtmaya backdoor’ê pêkan e ku bêyî destur wêne û peyam werin bidestxistin.

Durov ji ber ewlehiyê pêşniyarê li bikarhîneran dike ku sepana WhatsAppê ji telefona xwe jê bibin ango rakin.

Parve bike: