Kosîyê Firatê li Heskîfê hat xuyakirin
PeyamaKurd - Kosiyên Firatê ku di Çemê Dîcle û Firatê de dijîn, piştî çend salan li Heskîfê jî hatin xuyakirin.
Kosiyê Firatê ku nesla wê li ber tunebûnê ye û di çemê Dîcle û Firatê de tê dîtin, piştî salan li Heskîfê jî hat dîtin.
Kosiyê Firatê ji malbata Trionychidae ye. Di avên şîrîn de dijî û zivistanan jî ji bo germa laşê xwe biparêze xwe dixe bin heriyê. Biharê jî dertê ser avê û li qeraxan bi saetan li ber tavê enerjiyê depo dike.
Bendav qadên wan ên jiyanê dixe talukeyê
Zanyar dibêjin ji ber mirovan li avên şîrîn qada jiyanê ya van kosiyan jî hatiye tengkirin û bi bendavan qadên wan ên jiyanê jî di talûkeyê de ne. Li Heskîfê jî kosiyên ku qadên wan ê jiyanê di bin avê de mane, bi taybetî jî ji bo germa laşê xwe cihekî ku lê xwe bidin ber tavê nemaye.
Her wiha ev kosî nikarin di avên kûr de bijîn û nikarin nêçîrê bikin û xwe xwedî bikin. Piştî bendavê aqûbeta wan jî bûye cihê meraqê.