TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq û Sûriyeyê li ser avên Firatê lihev kirin

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2026 14:15

PeyamaKurd - Piştî danûstandinên çar rojan (22-25ê Hezîrana 2026an) li bajarê Bexdayê, Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê û Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê li ser birêvebirina çavkaniyên avê û parastina mafên her du welatan ên li ser Çemê Firatê gihîştin lihevkirinê.

Ev pêngav wekî hewldaneke nû ya ji bo rûbirûbûna qeyrana avê ya li herêmê tê nirxandin.

Li gorî naveroka peymana lihevkirinê, her du welat dê li ser parvekirina daneyên hîdrolojîk (zanyariyên di warê herikîn û rewşa avê de ) pêwendiyên xwe berdewam bikin û mekanîzmayên koordînasyona teknîkî xurtir bikin. Armanca sereke ya vê peymanê ew e ku li hemberî kêmbûna asta avê, planên hevpar werin danîn.

Amadekarî Ji Bo Civîna Sêalî Ya Digel Tirkiyeyê

Gotûbêjên Bexda û Şamê nîşan didin ku çareseriya bingehîn a pirsgirêka avê bi tevlîbûna Enqereyê dibe:

Her du aliyan tekez kir ku divê Komîteya Teknîkî ya Sêalî ku Tirkiye jî tê de cî digire ji nû ve were çalakkirin daku mafên avê yên her sê welatan werin parastin.

Di plansaziyê de ye ku di dema pêş de bi beşdariya Tirkiyeyê civîneke sêalî were darxistin. Di vê civînê de dê mijarên mîna rêjeya berdana avê ji bendavan, kalîteya avê û pirsgirêkên hevpar ên jîngehê werin gotûbêjkirin.

Parve bike: