Magazîn
Li Norwêcê kesê ku hirçê cemserê şiyar kir hat ceza kirin
PeyamaKurd - Li komgirava Svalbardê ya Norwêcê, ji ber ku personelekî keştiyê ji bo hişyarkirina hirçeke cemserê ya raketî kornaya ba û mijê lêda cezayê pere lê hate birîn.
Waliyê Herêmê Lars Fause ragihand ku ev bûyer li fiyordeke li bakurê rojavayê Svalbardê rû daye û kesê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji ber ku tora jiyana kovî û pîvanên parastina heywanan binpê kiriye, 3 hezar û 890 sterlîn cezayê pere xwariye.
Hat diyar kirin ku piştî lêdana kornayê hirç ji xewê hişyar bûye û ji herêmê dûr ketiye, lê kesê berpirsiyar ev cezayê li ser hatiye sepandin wê bide.