TR KU SO
FB X
Magazîn

Sola Michael Jordan bi 560 hezar dolaran hat firotin

📅 18 gulan 2020 13:46

PeyamaKurd - Sola Michael Jordan ku di sezona ewil de (1985) de xistibû piyê xwe, di mezadê de bi 560 hezer dolaran hat firotin

Kompaniya mezadê Sotheby roja Yekşemê di mezadê de sola Jordanî bi 560 hezar dolaran firot ku 10 kes beşdarî mezadê bûbûn.

— Güncel Haber (@guncelhaber724_) May 18, 2020

Solên ku Markaya wê Air Jordan 1 bû, di sala 2985an de taybet ji bo Jordan hatibû çêkirin, rengê sor û reş û sprî bûn.

Ew sola ku di mezadê de hat firotin, yek 46 numAara û ya din jî 46.5 bû û li ser ya rastê îmzeya Jodan hebû.

Li gorî malpera fermî ya NBAyê, werzîşvanê basketbolê yê amerîkî Michale Jordan wekî baştirîn werzîşvanê hemû deman tê qebulkirin.

Parve bike: