TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Çend sedemên ku mirov heya sed salî bijî aşkera kirin

Admin M
Nivîskar
📅 29 gulan 2026 21:04

PeyamaKurd – Li Îtalyayê li Girava Sardinyayê gelek pîremêr û pîrejin hene ku temenên wan ji sed salî derbas bûne. Lêkolînên ku li ser wan kesan hatine kirin nîşan didin ku ne tenê li ser xwarin û vexwarinêne lê pêwendiyên xwurt yên civakî û tevgerên wan yên di seha jiyanê de, li ser jiyana dirêj bandora erênî dike.

Li gor pisporan; terzê jiyana li deverê hinek nîşaneyên jiyana bi tenduristî û dirêjbûna temen nîşan didin.

Girava Sardinyayê di nav deverên dinyayê de yên ku bi ‘Herêma Şîn’ in de, yek ji wane ku temenên mirovan dirêje. Bi Okinawa, İkarya, Nicoya û Loma Linda re di nav heman sinifê de tê nişandan ku jiyana wan gelek dirêje û hem jiyan çalak e.

Li gor pisporan; ev terzê jiyanê stresa wê kême, têkiliyên civakê xwurtin û girêdayê xwarin û vexwarina xwezayiye.

Di metbexa Sardinya de sebze tazene, berhemên deryayê dixwun û berhemên ku li deverê diçînin û bidest dixin, xwarinên wan in.

Şef Francesco Mattana gotiye ku di nava navenda vê çandê de ‘xwarina bi hevre’ heye. Xwarin ne tenê bo xwedîkirinê lê pêwendiyên civakî wekî rîtuelekî jî xwurt dike.

Li gor rojanama Oksijenê; şef Mattana gotiye ku di jiyanê de sadetî ciyekî girîng digre. Her meywe û sebze divê di demsala xwe de bên xwarin. Mirov ji bazara xwe tiştnên xwe bikire û ji bo amadekirina xwarina xwe wext veqetîne.

Parve bike: