Tendrûstî
Kubayê soza hilberîna 22 dermanan da
PeyamaKurd – Kerta hilberîna dermanan a welatê Kubayê soz da ku 22 dermanên bo vîrûsa koronayê hilberîne ku di nav wan dermanan de dermanê 'Interferon Alpha 2B' ku ji nexweşên koronayê re baş tê jî heye.
Kompaniya hilberîna dermanan a Kubayê BioCubaFarma ya girêdayî dewletê, ragihand ku ew piştrast dikin ku ew dikarin 22 dermanên bo tedawiya vîrûsa koronayê yên ji nexweşan re baş tên hilberînin.
Rêveberê BioCubaFarmayê Eduardo Martinez Diaz got, "Niha ji gelek welatan daxwazî ji wan têne kirin û ji ber kapasîteya wan têr dike, bersiva wan daxwaziyan didin.”