Tendrûstî
Li Fransayê germa zêde bû sedema mirina 7 kesan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Fransayê pêleke awarte ya germahiyê ku ji roja şemiyê ve dest pê kiriye, jiyana rojane bi asteng kiriye û bûye sedema mirina 7 kesan.
Alîkara Wezîrê Enerjiyê ya Fransayê Maud Bregeon eşkere kir ku ji ber germê û rûdanên peywendîdar 7 kesan can daye ku pênc ji wan ji bo hênikbûnê çûbûn gol, rûbar û peravên deryayê û li wir fetisîne.
Herwiha li paytext Parîsê, roja yekşemê di dema bezeke 10 kîlometreyî de bezvanekî ji ber germê jiyana xwe ji dest da û 10 kesên din jî ku rewşa wan giran e, bi lezgînî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.