Tendrûstî
NY: Şerê Rojhilata Navîn wê 45 milyon kesan birçî bihêle
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku heke şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de heta meha hezîranê berdewam bike, dê bi deh mîlyonan mirov bi birçîbûneke giran re rûbirû bimînin.
Alîkarê Rêveberê Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) Carl Skau diyar kir ku ji ber şer û bihabûna tiştan dibe ku 45 mîlyon kesên din bikevin xeleka birçîbûna tund.
Skau destnîşan kir ku niha 319 mîlyon mirov di nava bêewlehiya xurekê de ne û ev rewşa nû dikare bibe sedema rekoreke dîrokî ya birçîbûna li cîhanê.