Onkolog: Li ber rojê zêde nemînin da hun bi pençesêrê nekevin
PeyamaKurd- Onkolog (pisporên pençeşêrê) dibêjin ku hun zêde li ber rojê bimînin dibe ku hun bi nexweşîna pençeşêrê ya çerm bikevin û ger hun hîç li ber rojê nemînin, car din di bedena we de dê kêmasiya vîtamîna D yê çêdibe û hun ê car di bi pençeşêrê bikevin. Yanî kêmasî û zêdahiya mayîna li ber rojê zerar e.
Lêkolînerên doktor yên onkolojiyê dibêjin ku di tîrêjên rojê de tîşkên ûltraviyolê hene û dikare di çermê mirov de kanserê an ku pençeşêrê peyda bike ku navê wê pençeşêra çerm e. Bi taybetî kesên ku çermên wan sipînê ew bêhtir di bin rîska pençeşêrê de ne. Pispor dibêjin wextê ku hun li ber rojê bimînin divê hun bi xwe eyar bikin û roja ewilî ji 5 deqeyan destpêbikin û roja duyem 10 deqe, roja sêyem 15 deqe û wisa herin ber tavê.
Divê zarok kêmtir li ber rojê bimînin û bên parastin. Eger mayîna we ya li ber rojê ji 30 deqeyan zêdetir be, berçavka rojê û krema an merhema xweparastina ji rojê bi bedena xwe bidin.