Profesorê Fransî ceriband: Bi dermanê klorokin 36 nexwes bas kirin
PeyamaKurd – Şêwirmendê krîza têkoşîna dijî Covid-19 yê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Profesorê Enfeksiyonolojî yê Nexweşxaneya Derya Spî Ya Marsilya Didier Raoult, dermanê Tayê Klorokin li ser 36 nexweşên tûşî vîrusa korona bûne bikar anî û ew baş kirin.
Piştî belavbûna vê nûçeyê li Fransayê nêrînên cuda derketin derbarê tedawîya vîrusa koronayê de ku hinek pispor dibêjin, bila ew derman were bikaranîn hinek jî dibêjin, ceribandina li ser 36 nexweşan têr nake û divê bi awayekî zanistî testên wî dermanî bên kirin taku ew derman were teyîtkirin.
Dr. Raoult bang li xelkê kiriye û gotiye, "Werin testa xwe bikin, heger hûn nexweşê korona bin em we tedawî bikin” û gelek kesan jî serî lê daye û li ber nexweşxaneya navborî civîyane.
Profesor Didider Raoult dibêje, dermanê parazîtê hidroksiklorokin û cureyeke antibiyotik a azitromisini têkelî hev dike û di nav 6 rojan de nexweşan baş dike.
Şaredarê bajarê Nice Christian Estrosi bawerî bi rêbaza Dr. Raoult anîye û ferman daye nexweşên Covid-19 bi krolokin werin tedawîkirin.