TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû hişyarî da: Nekevin nava ceribandinan

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2026 21:10

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di serdana xwe ya ji bo Binkeya Leşkerî ya Tel Nofê de daxuyaniyên tund dan.

Netanyahu ragihand ku beriya du rojan wan ew terorîstê ku Noa Argamani û Avinatan Or revandibû bêbandor kiriye û şeva borî jî fermandarê Lîwaya Bakur a Xezeyê ya Hamasê hatiye kuştin.

Netanyahu destnîşan kir ku tenê li Xezeyê zêdetirî 100 terorîst hatine kuştin.

Her wiha Netanyahu bal kişand ser nêzîkbûna dema hilbijartinan û got ku nîşanên diyar hene ku dijminên wan dixwazin di vê pêvajoyê de êrîşî wan bikin û hişyarî da: "Nekevin nava ceribandinan, ne niha û ne jî ti carî!"

Parve bike: