Tirkiye 5 santralên termîk bi temamî û 1 ê qismen girt
PeyamaKurd- Santralên ku li Tirkiyê hene dibin sedema hinek nexweşînan an hawirdor gemarî dikin û ji wan nexweşîn peyda dibe. Li ser mijarê wezîrê hawirdoriyê û bajarvaniyê Murat Kurum weha got:
“5 termîk santral bi temamî hatin girtin û yek ji wam qismen hatiye girtin. Di santrala termîk ya Somayê de 2 unîte dê bên girtin.”
Santralên ku hatine girtin mohra girtinê li ser wan dan. Sedema girtina santralên termîk hat ragihandin ku di wan de filtre tineye lewra hatine mohrkirin.
Wezaret heya serê sala 2020an wext dabû wan da bo wan santralan fîltreyan deynin. Piştî nîvê şeva do, wext qediya û dest bi teftêşan hat kirin. Hat tesbîtkirin ku li Manisa, Zonguldak, Sêwas û Kahramanraşê û santrala li Kutahyayê filtre nedanîne. Heya fîltreyan bo santralan nedeynin û wê nikaribin îzna xebatê bistînin û hilberîna elektrîkê bikin.
Bi girtina santralan wê kêmasiya elektrîkê nebe û hukumet bi xwediyên santralan re axifiye da karkerên santralan mexdûr nebin.