Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Memişoğlu: “Em 6 treyler derman dişînin Îranê”
PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Kemal Memişoğlu, li ser desteka Tirkiyê ya ji bo Îranê ya ji aliyê derman de got:
“6 treyler derman û alavên tenduristiyê yên ku me bi riha hevkariyê amade kiriye, konwoya me wê di 24ê Nîsanê de roja Înê, wê di Deriyê Gurbulakê (Girbilok) de derbas bibe û here Îranê.”
Wezîr Memişoğlu, parvekirina agahiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û weha dewam kir:
“Em medeniyetekî qenciyêne. Em bawerin ku parastina tenduristiyê pîroz e. Her wext, dema mirov li ku derê bin, em desteka tenduristiyê û şîfayê weka pêdiviya hevkariyê dibînin.
Konwoya me ya ji 6 Tiran pêk tê ku di wan de derman û alavên tenduristiyê hene, dê roja înê 24ê Nîsanê de, di Deriyê Gurbulakê de derbs bibe û dê bigihê cîranê me Îranê. Em ê desteka xwe ya qenciya ku sînoran derbas dike dewam bikin. Bila rêya me ya biratiyê be û barê me şîfa be.”