Amedê bi coşeke mezin pêşwaziya şampiyonê xwe kir: Her der bû qada pîrozbahiyan
PeyamaKurd - Amedspor di dîroka xwe de cara yekem doh 2yê Gulanê piştî maça hemberî Iğdır FK’yê ya bi encama 3-3 bidawî bû, derkete Super Lîga Tirkiyê ya Futbolê. Bi vê serkeftina mezin re kelecan û peroşeke mezin li Diyarbekir û tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê çêbû û pîrozbahiyan dest pê kir.
Her çend maç bixwe bi kelecaneke mezin derbas bû jî, encama dawî ya lîgê û serkeftina tîmê li hemû kolanên bajêr wekî cejnekê hat pêşwazîkirin. Alîgirên ku bi roj bi fikar li bendê bûn, piştî maçê bi dirûşmeyên "Şampiyon Amedspor" her der kirin qada pîrozbahiyê û kêfxweşiya xwe bi fîşekên hewayî, govend û dîlanan nîşan dan.
Pêşwaziya bi heybet li balafirgehê
Tîma Amedsporê dema ku ji Îdirê derengiya şevê vegeriya bajêr, li Balafirgehê ji aliyê bi hezaran alîgiran ve hat pêşwazîkirin. Otobusa tîmê di nav deryaya alayên kesk û sor de bi zehmetî karî bi pêş ve biçe.
Lîstikvan û şandeya teknîkî li ser otobusa servekirî silav dan gel û bi hev re pîrozbahî kirin.
Kolanên Amedê bi govendê hejiyan
Pîrozbahiyên ku li balafirgehê dest pê kirin, heta derengiya şevê bi taybet li Newroz Park û gelek deverên din berdewam kirin. Li her quncikekî bajêr dengê dahol û zirneyê bilind bû û xelkê Amedê bi kêf û şahî serkeftina derketina Super Lîgê pîroz kir.
Amedspor sala bê wê bi tîmên wekî Galatasaray, Fenerbahçe û Beşîktaş re rikeberiyê bike.