Andres Iniesta cara dawî formayê Barcelonayê li xwe kir
PeyamaKurd - Andres Iniestayê ku di binesaziya klûba Barcelonayê de têgihîşt ji sala 2002an û vir de di tîma sereke de bê navber forme li xwe kir. Iniesta piştî pêşbirka bi Real Sociedadê re xatir ji alîgiran xwest.
Di pêşbirka hefteya dawî ya Lîga Yekem a Fitbola (La Liga) Spanyayê de Andres Iniestayê ku cara dawî formeyê tîma Barcayê li xwe kir, Barcelonayê tîma Real Sociedadê kir mêvan.
Di pêşbirka ku nîva ewil 0-0 qediya de di deqîqeya 57an de fitbolîstê Barcelonayê Philippe Coutinho ji derveyî seha cezayê bi gola ku avêt tîma xwe 1-0 xist pêş.
Di pêşbirkê de ti golên din nehatin avêtin û têkoşîn bi serdestiya Barcelonayê ve bi dawî bû.Bi fîqa hakem ya dawî ve Barcelonayê şampiyoniya xwe îlan kir, lê ji bo fitbolîstê navdar Andres Iniesta bi formeyê Barcelonayê ve bû pêşbirka dawî.
Piştî pêşbirkê Iniesta heta derengê şevê li Stada Nou Campê bi tena serê xwe rûnişt û hêstir rijandin.