Werzis
Mansur Çalarê Amedsporî heta hetayê ji futbolê hate dûrxistin
PeyamaKurd - Mansur Çalarê Amedsporî heta hetayê ji futbolê hate dûrxistin Saziya Disiplîna Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkîyê (PFDK) bi biryarekê cizayê heta hetayê da futbolîstê Amedsporî Mansur Çalarî.
PFDKyê bi hinceta ku Mansur Çalar ‘êrîşî futbolîstên li hemberî tîma xwe kiriye’ 4 salan ji lîstikan were dûrxistin. Ji ber ku cizayê li Çalarî hatiye sepandin ji 3 salan zêdetir e, cizayê wî kirine heta hetayê. Li gorî vê yekê Çalar dê nema karibe bi profesyonelî bi futbolê bilîze.