Werzis
Mesrûr Barzanî bi Eqîl Muftin re rewşa werzişê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Serokê Lîjneya Olompiyadê ya Iraqê civiya û pêşxistina hevahengiya werzişî di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşemê pêşwaziya Serokê Lîjneya Olompîyadê ya Iraqê Eqîl Muftin kir.
Di hevdîtinê de, rewşa werzişê li Iraq û Herêma Kurdistanê hat nîqaşkirin û tekezî li ser pêşvebirina alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di warê werzişî de hat kirin.