TR KU SO
FB X
Werzis

Norwêcê Brezîlya têk bir û derbasî çaryekfînalê bû

Admin L
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2026 11:43

PeyamaKurd - Di tûra 16an a Kûpaya Cîhanê de, Brezîlya û Norwêc rastî hev hatin. Norwêcê maç bi 2-1 qezenc kir û cihê xwe di çaryekfînalê de misoger kir.

Brazîlya û Norwêc di tûra 16an a Kûpaya Cîhanê de hatin hemberî hev. Norwêcê li Stadyuma New Jersey bi encama 2-1 maç qezenc kir.

Piştî vê encamê, Norwêc bû sêyemîn tîma ku derbasî çaryekfînalê ya turnuvayê bû.

Erling Haaland di xulekên 79 û 90an de golên serketinê ji bo Norwêcê tomar kir, lê yekane gola Brezîlyayê ji penaltiyek Neymar di xulekên 90+10an de hat.

Bruno Guimaraes di xuleka 14an de penaltiyek ji bo Brezîlyayê ji dest da.

Parve bike: