Werzis
Ronaldo serwetekî mezin bi Juventusê da qezenckirin
PeyamaKurd - Futbolîzê navdar Cristiano Ronaldo ku destpêka sezona îsal ji tîma Real Madridê derbasî tîma Juventusê bû serwetek mezin bi tîma xwe ya nû da qezenckirin.
Li gor analîzan Juventusê ji bo Ronaldo transfer bike bi qasî 340 milyon euro xerc kiriye, lê ligel vê mesrefê jî dahatên Juventusê bi saya Ronaldo gelekî zêde bûne.
Li gor amarên Juventusê piştî hatina Ronaldo pêşbînî dike 515 milyon euro dahatê dest bixe. Herwiha tê çaverêkirin, dahata Juventusê bi reklama Ronaldo hîn zêdetir bibe.