PeyamaKurd- Li Îranê bi taybetî piştî xwepêşandanên meha Çileyê, zextên darazê yên li dijî parêzvanên mafên mirovan bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, dadgeha rejîma Îranê bi hinceta "pêşengtiya xwepêşandanan" li ser du xwişkên bi navên Sagar û Gazel Qudrat sizayê girtîgehê sepand.
Sagar Qudrat a 25 salî û xwişka wê Gazel Qudrat a 29 salî, ku her du jî ji Şîrazê ne, ji bo her yekê 5 sal, bi giştî 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Binpêkirina mafan
Her du xwişkên ku niha di Girtîgeha Adilabad a Şîrazê de têne girtin, di xwepêşandanên giştî yên 9ê Çileya 2026an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Sagar û Gazel Qudrat ji roja ku hatine girtin heta niha ji mafên xwe yên bingehîn, bi taybetî ji mafê hevdîtina bi parêzeran re bêpar hatine hiştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin