Netanyahu: Êrîş wê di rojên pêş de hîn zêdetir bibin!

Netanyahu: Êrîş wê di rojên pêş de hîn zêdetir bibin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dê di rojên pêş de zêde bibin.

Netanyahu di daxuyaniyekê de roja Yekşemê ragihand ku Îsraîl dê di rojên pêş de êrîşên xwe yên li dijî Îranê zêdetir bike.

Netanyahu di daxuyaniya xwe de ji banê Baregeha Leşkerî ya Kirya got, "Doh me dîktator Xameneyî bêbandor kir. Li gel wî, me bi dehan berpirsên payebilind ên rejîma zordar ji holê rakirin."

Netanyahu diyar kir ku hêzên Îsraîlê niha bi hêzek zêdetir li dilê Tehranê tevdigerin û got, "Ev hêz wê di rojên pêş de hîn zêdetir bibe."

Wî got, "Em di nav kampanyayekê de ne ku me hêza tevahî ya Hêzên Parastina Îsraîlê, ji her demê bêtir, ji bo ewlekirina hebûn û pêşeroja xwe belav kiriye," û piştgiriya ku Dewletên Yekbûyî di dema operasyonê de peyda kiriye qebûl kir.

Serokwezîr got, "Ev hevpeymanî dihêle ku em tiştê ku min 40 sal in hêvî dikir bikin: Li dilê rejîma terorîst bixin. Min ev soz da, û em ê pêk bînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin