Peyama rêberan li ser Helebceyê: Birîneke ku qet nayê jibîrkirin!

Peyama rêberan li ser Helebceyê: Birîneke ku qet nayê jibîrkirin!

PeyamaKurd - Di salvegera 38emîn a êrîşa kîmyayî ya li ser Helebceyê ji aliyê rejîma Iraqê ya di bin serokatiya Sedam Husên de di 16ê Adara 1988an de, rêberên Herêma Kurdistanê peyamên bîranîna qurbaniyan weşandin.

Di daxuyaniyan de tekez kirin ku êrîş sûcê jenosîdê bû û divê Iraq tazmînatê bide qurbaniyan û berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.

Mesûd Barzanî: "Helebce neheqiyeke mezin bû li dijî gelê Kurdistanê"

Di peyama xwe de, Mesûd Barzanî diyar kir ku êrîşa kîmyayî ya li ser Helebceyê neheqiyeke mezin bû ku li dijî gelê Kurdistanê hat kirin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

"Bombebarana kîmyayî ya Helebceyê neheqiyeke mezin bû ku li dijî gelê Kurdistanê hat kirin. Li tu deverek cîhanê dewletekê bi karanîna çekên kîmyayî jenosîd li dijî welatiyên xwe nekiriye. Lêbelê, li Iraqê, ev sûcê mezin li dijî gelê Kurdistanê hat kirin."

Nêçîrvan Barzanî: "Helebce sûcekî li dijî mirovahiyê ye"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama ku di salvegera 38an de hat weşandin, diyar kir ku ew şehîdên Helebceyê bi rêz û spasdarî bi bîr tînin.

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku êrîşa ku rejîma wê demê ya Iraqê li dijî gelê Kurdistanê di 16ê Adara 1988an de pêk anî, wê di bîra milet de wekî birîneke vekirî bimîne:

"Em şehîdên bêguneh ên Helebceyê bi rêz û rûmet bi bîr tînin. Ev karesata ku ji hêla rejîma wê demê ya Iraqê ve di 16ê Adara 1988an de li dijî gelê Kurdistanê pêk hat, wê her tim di bîra milet de wekî birîneke vekirî bimîne."

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bang li hikûmeta Iraqê jî kir û bi bîr xist ku Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê êrîşa Helebceyê wekî jenosîd nas kiriye û got:

"Li gorî vê biryarê, divê qurbaniyan tazmînata ku heq dikin bistînin û divê edalet pêk were."

Mesrûr Barzanî: "Helebce yek ji birînên herî kûr ên dîroka Kurdistanê ye"

Di peyamekê de ku di salvegera 38emîn a komkujiya Helebceyê de hat weşandin, Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev êrîş yek ji birînên herî kûr ên dîroka Kurdistanê ye.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Di salvegera 38emîn a bombebarana kîmyewî û komkujiya girseyî ya li Helebceyê de, em şehîdên bêguneh ên vê trajediya mezin bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ev êrîş hewldanek jenosîdê bû ku armanca wê tunekirina gelê Kurdistanê bû. Bombebarana kîmyewî ya Helebceyê birînek kûr di dîroka me de ye û sembolek eşkere ya zilma li ser gelê Kurdistanê hatiye kirin e."

Serokwezîr Barzanî herwiha berpirsiyariyên hikûmeta Iraqê bi bîr xist:

"Divê hikûmeta federal berpirsiyariya xwe ya destûrî û yasayî bicîh bîne; divê ew malbatên şehîdên Helebceyê, qurbaniyên Enfalê û hemî qurbaniyên din ên rejîma berê ya Iraqê bi awayekî guncaw tezmînatê bide."

Di dawiya peyamên xwe de, rêberan bi rêzdarî şehîdên Helebceyê û hemî Kurdistanê bi bîr anîn.