Ji Mesrûr Barzanê peyama sersaxiyê bo malbata Wîdad Erselan

Ji Mesrûr Barzanê peyama sersaxiyê bo malbata Wîdad Erselan

PeyamaKurd- Serokwezîr Mesrûr Barzanî, peyameke sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên kesayetiyê navdar ê bajarê Hewlêrê û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wîdad Erselan re pêşkeş kir.

Mesrûr Barzanî, di peyama sersaxiyê de, sersaxî ji malbat û kesûkar û hevalên kesayetiyê navdar ê bajarê Hewlêrê û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wîdad Erselan re xwest û wiha got:

“Ji bo koça dawiyê ya kesayetiyê navdar ê bajarê Hewlêrê û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wîdad Erselan, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û hevalên wî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide malbat û kesûkarên wî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin