Koma 'Seraya Ewliya Dem' êrîşa ser Hewlêrê li xwe girt

Koma 'Seraya Ewliya Dem' êrîşa ser Hewlêrê li xwe girt

PeyamaKurd- Koma çekdar a Şîe ya bi navê "Seraya Ewliya Dem", ku xwe wekî beşeke Berxwedana Îslamî ya Iraqê dide nasîn, ragihand ku wan îro 1ê Adarê bi dronan êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Hewlêrê kiriye.

Di daxuyaniyê a komê de hat diyarkirin ku ev êrîş wekî piştevaniyekê ji bo Komara Îslamî ya Îranê û li dijî Amerîka û Îsraîlê hatiye kirin. Komê îdia kir ku sê dronan "Baregeha Fermandariya Operasyonên Hevbeş" kiriye armanc, lê heta niha aliyên fermî yên Herêma Kurdistanê û hêzên Hevpeymanan derbarê ziyanên canî yan madî de tu agahî parve nekirine.

Ev koma ku piştî kuştina Qasim Suleymanî di sala 2020an de derketibû holê, berê jî çend caran bi êrîşên moşekî û dronî herêma Kurdistanê û balafirgeha Hewlêrê kiribû armanc.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin