PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, Hemîd Mecîd Mûsa peyamek belav kir û sersaxî ji endamên Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê re xwest.
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: "Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê dêrîn ê Iraqê û Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Iraqê Hemîd Mecîd Mûsa wergirt.
Hemîd Mecîd Mûsa roleke çalak di xebata gelên Iraqê ya li dijî dîktatorî û zordariyê û ji bo gihîştina bi azadî û demokrasiyê de lîstiye. Ew yek ji wan kesayetiyên siyasî yên Iraqê bû ku her tim hevxem û piştgirê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû."
Di peyamê de hat gotin: "Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên rehmetî Hemîd Mecîd Mûsa, heval û dostên wî, serokatî û endamên Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê re dixwazin û xwe bi hevparê xema wan dizanin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin