Amerîka: Çîn, ji ber hilberîna zêde dibe sedema xerabûna mêzêna aboriya dinyayê

Amerîka: Çîn, ji ber hilberîna zêde dibe sedema xerabûna mêzêna aboriya dinyayê

PeyamaKurd – Wezîra Xezînê ya Amerîkayê Janet Yellen ragihand ku Çîn di ser kapasîta xwe de zêde hilberînê dike û ev jî di bazara dinyayê ya aboriyê de wê mêzêna aboriyê xerab bike.

Janet Yellen, di seredana xwe ya Çînê de got ku li welatê Çînê di hilberîna weka alavên elektrîkî û enerjiya ku dikare xwe nûh bike û sehayên weka wan ku niha li seranserê dinyayê pêşdikevin û di rewacê de ne, ji ber hilberîna zêde dibe ku mêzêna aboriya dinyayê xerab bike.

Wezîra Yellen, di seredana xwe ya Çînê de ewilî çû başûrê Çînê navenda eyaleta Guangdongê ya bajarê bi navê Guancouyê û bi Oda Bazirganiyê ya Amerîkayê (AmCham) re civiya.

Yellen, di hevdîtinê de got ku dixwazin bi Çînê re têkiliyên xweş yên aboriyê deynin û naxwazin têkiliyên xwe bi Çînê re qut bikin. Aboriya Amerîka û Çînê bi hevre dikin ji %40ê aboriya dinyayê ya ne safî. Yellen weha dewam kir:

“Têkiliyên aborî yên navbera Amerîka û Çînê di dinyayê de têkiliyên herî girîngin. Li her derê dinyayê welat ji nêz de, ne tenê aboriya me lê têkiliyên me dişopînin. Divê ev têkilî bi berpirsiyarî bên birêvebirin.

Şîrketên Amerîkayê yên ku li Çînê dixebitin ji şîrketên Çînê cuda muamele dibînin an ku Çîn li hemberê wan muameleyên ciyawaziyê dike û ev jî zerarê dide aboriya Çînê û divê ev kiryar ji ortê rabe. Çîn mezine û tenê li ser bingeha îxracatê mezin nabe.”

Yellen cara dawiyê di sala 2023an de di meha Temmûzê de seredana Çînê kiribû.