Encama hilbijartinan buhayê Lîrayê Tirk daxist: Dolar bû 32.44 lîra

Encama hilbijartinan buhayê Lîrayê Tirk daxist: Dolar bû 32.44 lîra

PeyamaKurd - Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxê Lîrayê Tirk li hemberî diravên biyanî daket û dolarek bû 32.44 û euro jî bû 34.97 lîrayê Tirk.

Roja îniyê buhayê dolarekî bi 32.38 Lîrayê Tirk bû û aborîzanan pêşbînî dikirin ku piştî hilbijartinan buhayê Lîrayê Tirk dakeve.

Weke pêşbîniya aborîzanan, di yekem roja hefteyê de bi vebûna bazarên fînansê yên Tirkiyeyê re, Lîrayê Tirk li hemberî dolarê Amerîkî zêdetir daket û gihişt 32.44 lîrayan.

Herwiha euroyek jî bi 34.97 Lîrayê Tirk tê firotin.